25 Tîrmeh 2017•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2017
ÇANAKKALE
Li Ayvacika navçeya Çeneqeleyê 23 biyaniyên ku hewl didan bi rêyên dereqanûnî derbasî Midîlliya girava Yewnanistanê bibin hatin girtin.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, hêzên ewlekariya peravê dema li texma Sîvrîceyê li dewriyeyê digeriyan boteke fîber a ku biyanî têda bûn tesbît kir.
Hat tesbîtkirin ku bot xirabe bûye û di botê da 23 welatiyên Sûriyeyê yên ku jin û zarok jî tev in hene.
Welatilên Sûriyeyê anîn Qereqola Ewlekariya Peravê ya Kuçukkuyuyê û piştî karûbarên li ewlekariyê sewqî Navenda Paşvaşandina Biyaniyan a Ayvacikê kirin.