Serokê Komeleya Rojnamevanên Mêrdînê Mehmet Çelîk jî diyar kir ku polîtikaya weşana AAyê yên van demên dawî teqdîr dikin. Çelîk got ku AA ne tenê bi kurdî, bi zimanên din jî weşanê dike û navê Tirkiyeyê radigihîne cîhanê, em zehf girîngiyê didin vê yekê. Çelîk axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Qedexekirina zimanekî ku îro 20 milyon kes pê diaxivin, xeletiyek bû. Xwezî derfetên AAyê hebûna û 30 sal beriya niha dest bi weşaneke wiha bikira. Di Tirkiyeya nû de, li Tirkiyeya ku pêş dikeve divê ziman azad bin. Ez AAyê pîroz dikim. AA bi weşanên xwe yên xweş mohra xwe li mijarên ku dê beriya Tirkiyeyê veke, dide. Ez dixwazim ku ev nêrîna weşangeriyê berdewam bike."