Serokê berê yê Daîreya Îstixbaratê ya Ewlehiyê Ramazan Akyurek di çarçoveya jêpirsîna kuştina Hrant Dînk de li Enqereyê hat binçavkirin
Li gor agahiya ku hat hildan li ser talîmata Serdozgeriya Îstanbûlê, ekîbên Miduriyeta Şaxa Têkoşîna li dijîTerorê ya Miduriyeta Ewlehiyê ya Enqereyê Akyurek binçav kirin.
Kontrola siheta Akyurek li Nexweşxaneya Dewletê ya Ûlûsê hat kirin. Li gor agahiyên Akyurek wê sewqî Stenbolê bikin.