Arinç destnîşan kir ku di axaftina xwe de min xwest balê bikşînim ser xirabiyên civakî û wiha axivî: "Ez di warê madeyên hişbirî û alkolê de jî dibêjim. Li aliyekî kêmasiyên perwerdeyê hene, li aliyekî jî nirxên baweriya me hene. Edetên rabûn û rûniştinê hene. Girîngiya wan a di civakê de hene. Bi ya min axaftina min di cî de bû. Heke em ji navê dest pê bikin û qala axaftina der barê jinan de bikin û bibêjin gerek jin li kuçeyan nekenin nabe. Ez li ser navê xwe dibêjim. Heke ez tenê vê bêjim ev tiştekî xelet e. Edetên rabûn û rûniştinê hene. Di civakê de ji bo ku tiştekî bibe sûc ne şert e ku gerek li gor zagonên nivîskî bin. Ji ber vê divê di siyasetê de jî exlaqek hebe. Û min jî li gor xwe qala van tiştan kir û mînak dan."
Arinç diyar kir ku axaftina min a li wir ne tenê li dijî jinan bû û wiha dewam kir: "Bila cardin guhdarî bikin. Ez di axaftina xwe de di rastiyê de mêran muxatab digirim. Di axaftina xwe de dibêjim, 'Divê hûn jî xwedî namûs bin. Şermê bizanibin û ji jina xwe re sadiq bin. Karê we ne tolazî ye, karê we ew e ku hûn ji jina xwe re baş bin. Ez qala kuştina jinan a li kuçeyan, lêdanan û qala tevgerên bêexlaq dikim. Heta vî emrê xwe, ev 20 sal e ez di parlementoyê de me, min jin biçûk nedîtine û ew rencîde nekirine ku ez bêjim ji bo jinan ken qedexe ye. Ez dibêjim, li gor edetên rabûn û rûniştinê tevgerên exlaqî divê hebin."