Ji aliyekî jî hikûmeta Bexdayê xwestibû ku bi rêya tehkîma navdewletî firotina nefta HKIyê asteng bike. Vê hewla Bexdayê jî çavên mişteriyên nefta HKIyê tirsand. Ji çar tankên nefta HKIyê barkirî heta niha tenê jê tankekê barê xwe gihand mişteriyê wê û 93 milyon dolar pereyê vê neftê jî razandin hesabê Bankeya Halkê.
Tanka ewil a bi navê "United Leadership"ê di meha gulanê de barê xwe bar kir û berê xwe da Kendava Meksîkayê, lê li ser îtiraza hikûmeta Bexdayê roteya xwe guherand û careke din berê xwe da Atlantîkê. Ji vê şûnde tanka neftê ber bi qeraxên Fasê şiqitî û gihîşt bêndera Mihemediyeyê ya Fasê, lê belê li ser hişyarkirina peywirdarên bênderê tankêrê bêyî ku barê xwe vala bike, bênder terikand û derbasî nav sînorê behra navdewletî bû û hê jî li wir benda mişteriyan e.
- Tevliheviya "United Emblem"ê
Aqûbeta tanka duyemîn jî nayê zanîn. Anku nayê zanîn ka barkirina duyemîn li kîjan tankê hat kirin û tank bi ku de çû.
Tanka sêyemîn a bi navê "United Emblem"ê jî di hezîranê de barê xwe hilda û li gorî nûçeyên çapemeniya navneteweyî, vê tankê ewil berê xwe da Filîpînan, lê şûnde li Maltayê barê xwe valayî keştiya bi navê "SCF Altai"yê kir. SCF Altaiyê jî barê xwe li bêndera Aşkalonê ya Rûsyayê vala kir. Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz jî der barê nûçeyên navbihurî de daxuyanî dabû ku di destê Tirkiyeyê de hûrgiliyên agahiya vê firtotinê tuneye. Rêveberiya HKIyê jî daxuyandibû ku wan rasterast neft nefirotine Îsraîlê, lê bi destên duyemîn firotineke wiha pêkan e.
Tê diyarkirin ku United Emblem li dor peravên Sîngapûrê ye.
- "United Kalavrvta"
Tankêra çaremîn a bi navê "United Kalavrvta"yê jî di dawiya meha hezîranê de barê xwe yê bi qasî milyonek warîl neft bar kir û di serê tîrmehê de ji Cebelîtariqê derbas bû û gihîşt nêzî bêndera Galvestonê ya Teksasê, lê ji ber biryara dadgeha DYAyê ya "destserdanînê" tankêrê careke din xwe kişand nava sînorên behra navdewletî. Rayedarên DYAyê jî daxuyandin ku heke tankêr careke din bikeve nava sînorên behra wan, ew ê dest deynin ser.