Xwişka Abdûllah Ocalan, Fatma Ocalan û xwarziya wî Dîlek Ocalan, xizma Şeyhmûs Poyraz, Felez Cizlaşmak û xizma Cûmalî Karsû Pervîn Odûncû sibê zû hatin Fermandariya Jendirmeyan a Navçeya Gemlîkê.
Piştî ku mûameleyên Fatma Ocalan, yên keça wê û yên Cizlaşmak Û Odûncû qediyan dê ew biçin Girava Îmraliyê.
Abdûllah Ocalan li gor benda 125emîn a Zagona Cezayê ya Tirk, ji ber "bêbextiya li dijî welêt" cezaya dardekirinê xwaribû, lê ji ber ku di çarçoveya zagonên lihevkirinê yên Yekîtiya Ewropayê (YE) cezaya dardekirinê hatibû rakirin û cezaye hepsê ya heta hetayê dabûn wî.