Şeva din komekî ji bo ku înşeata Qereqola Cendirmeyan a li navçeya Liceyê neyê çêkirin protesto li darxist û rêya Diyarbekir û Bîngolê girt. Piştî xebatan rê duh hat vekirin.
Walî Kiraç ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku hin kesan şeva 26ê nîsanê li ser rê wesayitên xwe û tir û qamyonên ku ji rê derbas dibin dane sekinandin ku kes neçe û neyê. Walî got ku hêzên ewlekariyê gihîştin herêmê û wiha axivî: "Ewil ji ser rêya serwîsê çûyîn û hatin çêbûn. Di rê de çûyîn û hatin bi awayekî kontrolkirî dewam dike. Li ser rê 15 wesayît man, lê ev jî ji bo çûyîn hatinê nabe astengî. Ji serî ve kesekî ku di rê de maye tune ye."
Walî Kiraç got ku wî Gulten Kişanak re gotiye ku ev wezîfeya we ye jî ku rê bê vekirin û wiha axivî: "Min jê re got ku 'ev wezîfeya we ye jî, tiştekî bikin.' Wê jî diyar kir ku ew dê jî hewl bide. Çawa ku ez rêvebir im, ew jî revebireke herêmê ya ku gel hilbijartiye ye. Li gor min ji bo ku ev pirsgirêk bêne çareserkirin bi hev re tevgerîn tiştekî normal e."
Şeva din li nêzîkî rêya taxa Ergînkoy û Bîrlîkê komekî rêya Diyarbekir û Bîngolê ji çûyîn û hatinê re girtîbûn. Gelek wesayît di rê de mabûn, piştî xebatan rê ji çûyîn û hatinê re hatibû vekirin.