Bahçesaraya (Miks) navçeya Wanê ji bo Feqiyê Teyran çalakiya bibîranînê hat lidarxistin. Waliyê Wanê Dogan jî beşdarî vê çalakiyê bû û li vir axivî. Dogan got ku taybetmendiya herî mezin a Teyran ew e ku zimanê kurdî baş dizanibû ku pê helbest nivîsiye. Teyranê ku di salên 1560î de dijiya alimê Îslamê, şair û wêjekar bû.
Dogan got ku yên zimanê kurdî baş dizanin ez ji wan re tewsiye dikim ku helbestên Feqiyê Teyran bi zimanê kurdî bixwînin û wiha pê de çû: "Dema ku me qebra Feqî ziyaret kir, me gotinên wî bi kurdî û tirkî xwendin. Tenê dema ku tu guhê xwe didî helbestan, lihevanîna dengê helbestan ahengeke nûwaze derdixe holê. Em li vê derê alimekî, mezinekî navdar bi bîr tînin. Daxwaza me ew e ku em li der û dora wî yekîtî û rihê biratiyê saz bikin."
Dogan got ku heke em li gor gotinên Feqiyê Teyran hevdu fêm bikin, ev ê ji bo xizmeta nasnameya milî û biratiyê baş bibe.
Piştî axaftinan helbestên Feqiyê Teyran bi kurdî û tirkî hatin xwendin.
Di çarçoveya çalakiya bibîranînê de tirba Feqiyê Teyran hat ziyaretkirin û li li mala wî îlahî hatin gotin.