Eker li Diyarbekirê beşdarî merasima sertifîkayê ya projeya "Elemanê Rêvebirê Birê Ez im" a ku bi alîkariya Miduriya Bajêrê Diyarbekirê ya Xida, Çandinî û Heywandariyê li Enstîtuya Lêkolîna GAPê hat lidarxistin bû li vir axivî.
Eker li ser zarokên ku bi xapandinê derdixin serê çiyê sekinî û işaretî dayîkên ku li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê çalakiya rûniştinê dan destpêkirin kir. Eker destnîşan kir ku ew naxwazin zarokan bi zorê an jî bi xapandinê derxin serî çiyê û got ku divê meriv guh bide feryada wan dayîkan û agirê dilê wan bitemirîne.
Eker bal kişand ku ji destê kî çi tê divê di vî warî de hewl bide û dengê dayîkan bibihîze.
Eker wiha dewam kir:
"Ev zilm e. Tu qîmeteke wê ya însanî tuneye ku zarokekî 15 salî bi zorê an jî bi xapandinê derdixin serê çiyê. Ez silavê didim wan dayîkan. Ew tenê dixwazin ku bigihîjin cîgera xwe, zarokên xwe. Gelek dayîk li ser van axan giriyan û em bûn şahidê wan. Mala gelek kesan şewitî û em bûn şahid. Em êdî naxwazin ku dayîk bigirîn. Ji ber vê yekê divê meriv guh bide van dayîkan û zarokên wan paş ve bîne."
Pêvajoya çareseriyê
Eker got ku wan wek hikûmet di dîroka Komarê de projeya aştiyê ya herî mezin çêkir û bi pêvajoya çareseriyê, demokratîkbûn û sivîlbûnê ve bingeheke sosyal û pergaleke hiqûqî ava kir ku li Tirkiyeyê her kes azad, ser bilind û li gor bîr û baweriya xwe bijî.
Eker wiha axivî:
"Me ji bo hizûr û aştiyê pêngav avêtin. Ez duh li Ankarayê beşdarî merasimekê bûm. Anadolu Agency bi zimanê kurdî nûçeyan çêdike. Li ser pirsgirêkên nûçegihaniya kurdî û çareseriyên wê komxwebatek hat kirin û li ser rêyên çareseriyê nîqaş hatin kirin. Ez bi Birêz Bulent Arinç re beşdarî wê komxebatê bûm. Ji bilî serbestbûna perwerdeya bi zimanê kurdî a di xwendingehên fermî yên dewletê de; radyo, têlevîzyon û propagandayên kurdî hemû serbest in. Ev hemû di vê pêvajoyê de çêbûn. Lêbelê îro radibin aştiyê xerab dikin, cardin hizûra mirovan xerab dikin û zarokan derdixin çiyê. Ev pêngavên aştiyê nînin. Ez bawer dikim ku hewar û gaziya dayîkên min ên aştiyê dê dilê mirovan nerm bike û înşeallah dê bibe wesîle ku aştî were Diyarbekir, herêma me û Tirkiyeyê."