ANKARA
Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) diyar kir ku li gor daneyên îstatîstîkê yên 2013an, ferqa dahatê ya di navbera ji sedî 20ê gelê herî xizan û ji sedî 20ê gelê herî dewlemend de 7.7 e.
TUÎKê, daneyên "Lêkolîna li ser Dahat û Şert û Mercên Jiyanê ya 2013an" weşandin.
Li gor daneyên îstatîstîkê yên 2013an, ferqa dahatê ya di navbera ji sedî 20ê gelê herî xizan û ji sedî 20ê gelê herî dewlemend de 7.7e. Ev ferq par 8 qat bû.