"Festîvala Aşitiyê ya Çemê Karê Herekolê" ji aliyê Şaredariya Sêrtê bi dirûşmeya "Em li çiyayê Herekolê bi aşitiyê re hevdîtin pêk tînin" duhê li pêşa çiyayê Herekolê li zozanê Çemê Karê hat lidarxistin. Hevşaredarên Sêrtê Tûncer Bakirhan û Belqîza Beştaş Epozdemîr, şaredarên navçe û bajarokan ên BDPyê, rêvebiriên BDPyê û gundiyên ji herêmê beşdarî festîvalê bûn.
Çalakiyên ku di çarçoveya festîvala duhê heta derengê şevê dewam kir de hatibûn plankirin ji ber bûyerên li Licê yên ku bi mirina 2 kesan ve encam dan, hatin betalkirin.