Türkan Tosun
26 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 27 Berfanbar 2016
SÎÎRT
Şaredariya Sêrtê ya ku ji hêla Wezareta Karên Navxweyî ve bi KHKyê ve wekîl lê hatibû tayînkirin alîkariya 106 malbatên ku ji ber terorê mexdur bûne kir.
Ceyhun Dilşad Taşkinê Alîkarê Walî yê ku bi KHKyê ve wek Wekîlê Şaredarê Sêrtê hat weîfedarkirin ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku ew alîkariya malbatên ku ji ber terorê mexdur bûne dikin.
Taşkin got ku malbatên ji ber terorê ji Cizîr, Nisêbîn, Şirnex û Sûriyeyê hatine ji hêla şaredariyê ve alîkariyê hildidin û wiha axivî: Xebatkarên ku li qadê dixebitin heta îro 496 malbatên ku hewcedariya wan bi alîkariyê heye tespît kirin. Me alîkariya xwarin û kincan da 106 malbatên ku ji ber terorê mexdur bûne û ji Cizîr, Nisêbîn û Şirnex hatine bajarê me. Ji bilî vê 320 malbetên ku ji Sûriyeyê hatine û 70 malbatên ji Sêrtê ne jî hatin tespîtkirin û alîkariya wan hat kirin.