KERKÛK
Li Iraqê "Fuara Kerkûkê ya Navneteweyî" ya ku 50 şirketên herêmî û biyanî beşdar bûn dest pê kir.
Waliyê Kerkûkê Necmedîn Kerîm û Serokê Odeya Bazirganiyê ya Kerkûkê Nûrî Salihî fuar vekir.
Walî Kerîm li fuarê axivî û wiha got: "Bi tenê 20 kîlomêtro dûrî me rêxistina terorê DÎŞI heye. Lê dîsa jî bajarê me di demeke wiha ne baş de mazuvaniya fuareke wiha dike. Ev peyameke gelekî girîng e. Ez spasiya mêvanên ku beşdarî fuarê dibin dikim. Li Kerkûkê her kes dikare veberhênanan bike û bixebite. Em spasiya pêşmergeyan û hêzên asayîşê dikin ku rewşeke wiha ava dikin."
Serokê Lijneya Veberhênanê ya Kerkûkê Felah Bazzaz jî ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku 20 şirketên herêmî û 30 şirketên biyanî bi giştî 50 şirket beşdarî fuarê bûn û eleqeyeke mezin nîşanî fuarê didin.
Fuarê êvara şemiyê bi dawî bibe.