Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenur Îslamê der heqê kêmkirina cezayê ya ji bo halê baş da wiha got: "Ev ceza girêdayî eslê cezayê nîne, bi pêvajoya darizandinê ra eleqedar e. Di destê dadger da ye. Ji ber ku dad serbixwe ye, em nikarin di vê mijarê tiştekî bêjin. Lê ez dikarim raya xwe bibêjim. Divê dadger di vê mijarê da teqdîra xwe ji bo faîl neemilînin. Fikra min a şexsî ev e."
Wezîr Îslamê di Maseya Edîtoran a Anadolu Agencyê (AA) de pirsên der barê rojevê de bersivandin.
Îslamê diyar kir ku kuştina Ozgecan Aslanê bûyereke gelekî trajîk e û wiha axivî:
"Me tu carê nedixwest ku bûyereke bi vî awayî biqewime lê mixabin ku em bi vê bûyerê re rû bi rû man. Xwedê reham xwe li Ozgecan û kesên wek wê yên ku di ciwaniya xwe de ji ber sedemên tune bi awayekî hovane tên kuştin, bike. Serê malbatên wan û gelê me xweş be."
Îslamê bal kişand ku bûyerên bi vî awayî li tevahiya cîhanê diqewimin û got "Şidet mixabin derbasî sedsala 21emîn bû."
Îslame destnîşan kir dibe ku vê bûyerê wek mîlad qebûl bikin û got ji 1980yan heta niha der barê şideta li ser jinan de bergiriyên cidî hatin girtin lê ev bûyer ji bo ku careke din li ser van bergiriyan bisekinin, dibe ku bibe destpêkek."
Nîqaşên darvekirinê
Wezîr Îslamê pirsa "We piştî serdana xwe ya ewil a malbatê gotibû ku 'dibe mijara darvekirinê dîsa bê rojevê'. Hûn îro di çi rewşê de ne? Gelo dîsa mijara darvekirinê tê nîqaşkirin. Bi ya we qanûnên berdest têrê nakin an jî dikarin verastkirinên çawa bikin?" da zanîn ku piştî ziyaretê rojnamevanan pirsa "gelo bila darvekirin dîsa bê nîqaşkirin?" pirsîn.
Îslamê got ku li ser vê pirsê wiha axivî:
"Wek mirovekê, wek dayikekê, wek jinekê em ne di wê rewşê de ne ku bikarin bibêjin bila ev nîqaş bên kirin. Piştî bûyerên bi vî awayî yên ku di nav civakê de dibin sedema înfilaê her dem mijara divê bergiriyên çawa bên girtin, tên rojevê û mirov jî bi awayekî mafdar dixwazin ku cezayê herî giran bên dayîn. Dema dibêjin cezayê herî giran jî darvekirin tê hişê mirov. Ji ber wê yekê di rewşên wiha de nîqaşên wiha her dem derdikevin. Raye û mafê me jî tune ku em bibêjin 'Nexêr bila ev neyên nîqaşkirin, ev ser vê mijarê bigirin'. Mirov divê bikarin her tiştî nîqaş bikin, di atmosferên demokratîk de her tişt tên nîqaşkirin."
Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Ayşenur Îslamê "pergala bazinê elektronîk" a ku bi destê wezaretên Dad û Karên Navxweyî va tên emilandin, li Maseya Edîtoran a AAyê da nasandin û wiha got: "Piştî ku biryar hat dayîn li ser kesên ku ji ber tundiyê tên parastin bê emilandin û li tevahiya welêt bê emilandin, wê hewcedarî bi hin xebatên din hebe. Ev pergal bi biryara dadger tê emilandin. Kî çiqas di talûkeyê da ye û di bin rîskê da ye, li gor vê biryar wê bê dayîn."