20 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
HEWLÊR (AA) - Li Şengala ku bi destê hêzên pêşmergeyan ji DAEŞê hat xilaskirin, piraniya bombe û mayînên ku hatibûn bicîkirin hatin paqijkirin, welatiyên ku dizvirin malên xwe li ser rêya navçeyê rêz bûn.
Gelê êzdî yên ku xwe sipartibûn Çiyayê Şengalê û dorberê wê ji bo ku neyên dizîn eşyeyên xwe bi xwe ra dibin ciyên ewledar.
Ji sedî 80yê avahiyên sivîl û fermî yên li navçeyê hilşiyane û li navçeyê qerebalixiyeke mezin heye. Ekîbên îmhekirina bombeyan ji bo ku bombeyên ku DAEŞê di navçeyê da bicî kirine paqij bikin bênavber dixebitin.
Hêzên ewlekariyê xebatên xwe li avahiya qaymeqamtiyê ya ku tep bûye û avahiyên fermî didomînin.
- Welatî dikarin vegerin malên xwe
Rayedarên pêşmergeyan ên ku ewlekariya Şengalê pêk tînin diyar kirin ku ji bo vegerîna gelê êzdî û gelê navçeyê astengek tune û êdî Şengal ewledar e.
Fermandarên pêşmergeyan bal kişandin ku êdî DAEŞ nikare Şengalê zeft bike, şert û mercên îro wek yên 15 meh berê nînin.
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî gotibû, "Li Şengalê xêncî alaya Kurdistanê destûr tune ku alayek din bê dardakirin, li her aliyên navçeyê alayên Kurdistanê ba dibin".
Wek mayîn Serokwezîrê HKIyê Nêçîrvan Barzanî li Dihokê di merasimekê da got ku Şengal bajarekê birîndar e û ji bo avakirina navçeyê bangî raya gişkî ya navneteweyî kir.
Barzanî xwest ku di avakirina Şengalê da bira bi taybetî hikûmeta Iraqê berpirsiyariya xwe bicî bîne û wiha pê da çû : "Gelê Şengalê hewcedarê alîkariya hikûmeta iraqê, dewletên xwedîxêr û raya gişkî ya navneteweyî ye. Em li bendê ne ku hikûmeta Iraqê di avakirina Şengalê da berpirsiyariya xwe bicî bîne."
Barzanî got ku avakirina Şengalê wezîfeya hikûmeta HKIyê ya girîng e û wiha axivî: "Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo avakirina Şengalê pîlaneke berfireh amade dike. Hikûmetê ji bo ku Şengal ji berê xweşiktir be hemû îmkanên xwe seferber bike. Lê belê di nav van şert û mercan da bicîanîna vê wezîfeyê wê zehf zor be."