HEWLÊR
Hat ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê Nêçîrvan Barzanî dê ji bo ku li ser pêşniyazên Hikûmeta Iraqê ya ji bo qeyrana neftê û ya budçeyê hevdîtinê bike, biçe Bexdayê.
Parlementerê Eniya Tirkmenan a Iraqê yê Diyalayê Hesen Ozmen daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û got ku dê Barzanî 16ê sibatê roja yekşemê biçe Bexdayê.
Ozmen diyar kir lijneyeke ku ji Arîkarên Serokwezîrê hikûmata Iraqê Huseyin Şehristanî û Roj Nûrî Şawez û Wezîrê Neftê yê Iraqê Ebdulkerîm Lûaîbî û Wezîrê Darayiyê Rafa el Essawî pêk tê, ji bo ku pirsgirêka di navbera Hewlêr û Bexdayê de çareser bike, îro hat komîsyona ku di bin banê parlementoya neteweyî de hatiye avakirin. Lijneyê di komîsyonê de agahî dan parlementeran.