Greva birçîbûnê ya mamosteyên kurdî yên ku ji beşa lîsansa bilind a bêtez ya Zanîngeha Artûklûyê beşa Enstîtuya Zimanên Zindî mezûn bûn, didome.
Greva birçîbûnê ev 3 roj e li Parka Karayollariyê ya Mêrdînê didome.
Endamên Egîtîm Bîr-Senê çûn serdana mamosteyan. Serokê Şaxa Egîtîm Bîr-Senê Eyyup Deger destnîşan kir ku tayînkirina mamosteyan wê bandoreke erênî li pêvajoya çareseriyê bike û wiha got: "Ji bo beşa Ziman û Edebiya Kurdî 3 kadro dane. Ev têr nake. Divê ev hejmar were zêdekirin."
Yunus Aslanê ku di greva birçîbûnê de ye got ku em wek mamoste li benda tayînkirinê ne.
Aslan diyar kir ku em ji rayedarên hikûmetê daxwaz dikin ku li gor pêvajoya çareseriyê ev kêmasî were çareserkirin.