Önder Beyter
31 Berfanbar 2019•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2020
Turîstên biyanî û xwemalî berî serê salê berê xwe dan Navenda Kaşûnê Cibiltepe ya li Sariqamûşa navçeya Qersê.
Kaşûnhezên ku çûn navenda kaşûnê ya ku bi daristanên darçamê, berfa krîstal, pîstên dirêj û 2 hezar û 634 raqimê va navdar e, kêfa kaşûn û snowboardê kirin.
Midûrê Giştî yê Ekinata Grand Toprak Hotel Ozgur Babayigit ku li Navenda Kaşûnê Cibiltepeyê xizmetê dide, di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku piştî ketina berfê, telebeke zêde ya rezervasyonê gihîşt ber destê wan.
Babayigit diyar kir ku sala nû û berfê herêm, kelecanî kir û wiha dewam kir:
"Li otêla me rêjeya tijîbûnê ji sedî 70 bû û bi hatina serê salê ev rêje derket ji sedî 100. Telebeke zêde heye, lêbelê em mêvanên xwe naşikênin û em bi otêlên me yên din ra peywendiyê datînin û alîkariya wan dikin. Şikir bi ketina berfê, sezonê gelekî çalak dest pê kir. Bi piranî mêvanên me ji Stenbol, Enqere û Îzmirê ne. Lêbelê em dixwazin ji her derê Tirkiyeyê kaşûnhez werin."
Hîndekarê kaşûnê Yavuz Ozbey jî diyar kir ku bi hatina sala nû ra otêl û pîst tijî bûn.