HDPyê ji bo ku mudaxîlbûna leşkeran a siyasetê were astengkirin Lêkolîna Meclisê xwest.
Di pêşnûmaya ku bi îmzeya Cîgirserokê Koma HDPyê Îdris Balûken û hevalên wî ve ji Serokatiya TBMMyê re hat pêşkêşkirin de wiha hat destnîşankirin: "Li Tirkiyeyê temenê daxwaz û hêza leşkeran a li ser dîzaynkirina siyasetê biqasî temenê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye."
Di sedemê de hat îdiakirin ku wekî hemû serdeman li Tirkiyeyê artêş di warê siyaset û jiyana civakî de midaxeleyan dike û ev jî rewşa welat xerabtir dike û wiha hat domandin: "Hêdî hêdî derdikeve holê ku îqtidara AKPyê bi beramberê gotina, 'me artêş da da astengtidir' ve bi artêşê re tifaqeke bêdeng kiriye. Herwisa pratîk û diyalogên ku li dû guhestina Tirbeya Şah Silêman de derketin holê li Tirkiyeyê rê li ber ruhê siyasete nû vekir. Digel ku qada wezîfeya wî nîne TSK li hemberî vê ruhê nû, li gorî kevneşopiya 90 salan refleksa mudaxeleyê da nîşan."
Di pêşnûmayê de hat xwestin ku li Tirkiyeyê bira têkiliya leşker û siyasetê ji nû ve were verastkirin û di vê mijarê de hewcehiyên rejîmeke demokratîk werin kirin û ji bo ku mudaxîlbûna leşkeran a siyasetê were astengkirin, Lêkolîna Meclisê were vekirin.