Deriyê Sînor yê Cîlvegozuyê yê li navçeya Reyhanliyê vebû.
Deriyê Cîlvegozuyê ji ber bûyerên nêzî Deriyê Sînor yê Babel Havayê yê Sûriyeyê derketin, derî di 9ê adarê de ji hatinan re hatibû girtin. Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê hilda, derî cardin vebû.
Li ber derî welatiyên Sûriyeyî di kontrola ewlehiyê de derbas dibin û tên Tirkiyeyê.
Dema ku deriyê sînor girtîbû jî alîkarî û rêwî derbasî Sûriyeyê dibûn.