Serokomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku hin xeberên di çapemeniya nivîskî û dîtbarî ya navneteweyî de tên weşandin rast nînin û wiha got: "Helwesta Tirkiyeyê ya li hemberî terorê diyar e. Pêkan nîne ku Tirkiye ji vê tevgera xwe tawîz bide."
Serokomar Erdogan, beriya ziyareta Qatarê, li Balafirgeha Ataturkê, di civîna çapemeniyê de, pirsên rojnamegerean bersivand.
Rojnamegerek ziyareta Wezîrê Karên Derve yê DYAyê John Kerry bibîrxist û got "Mijara sereke ya hevdîtinê plana Serok Obama yê derbarê DÎŞIyê de bû. Ji kerema xwe re hûn jî fikr û ramanên xwe yên derbarê vê ziyaret û planê DÎŞIyê de vebêjin." Serokomar got John Kerry derbarê mijarê de axivî.
Erdogan destnîşan kir ku ew daxuyanîya Kerry di encama biryarek hevpar de hatibû dayîn û wiha berdewam kir:
"Me nêzikbûn û dîtina xwe ya li ser vê mijarê û xesesyeta Tirkiyeyê ya li hemberî terorê bi wan re par ve kir. Ji xwe li welêt em bi rêxistina terorê re têdikoşin, lê haya me ji rêxistinên terorê yên li herêmê jî heye. Xesesyeta Tirkiyeyê ya li hemberî van rêxistinan dewam dike."
Serokomar Erdogan wiha got:
"Xesesyeta me ya li ser şervanên biyanî û rêxistina terorê ya li welatê me dê ji vir û pê de jî dewam bike. Bi taybetî biryardarî û hevkariya me ya bi mitefîkê me re jî dê him di qada neteweyî him jî di qada navneteweyî de berdewam bike."