ANKARA
Alîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç got: "Der heqê kifşkirina namzedê serokomariyê de bi awayekî serkeftî hemû îstişare hatin kirin û biryar hat dayîn. Sibê di van saetan de ew biryar dê bê îlankirin. Hemû dinya yê ku dê bibe namzed nas dike."
Alîkarê Serokwezîr Arinç piştî Civîna Lijneya Wezîran ya ku bi serokatiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan li Avahiya nû ya Serokwezîriyê hat kirin, daxuyanî da rojnamegeran.
Pêşnûmaya zagonê ya çarçoveya pêvajoya çareseriyê
Arinç li ser pirsa rojnamegerekî ya "Hûn rexneyên li ser zagona çarçoveya pêvajoya çareseriyê çawa dinirxînin û li gor vê verastkirina zagonê yên li serê çiyê dê çawa dakevin" wiha got: "Pêşnûma sewqî meclisê bû. Ez wisa zen dikim ku her kes bi vê pêşnûmayê hisiya û haya hemû rojname û têlevîzyonan ji vê pêşnûmayê çêbû. Heta nîqaş hatin kirin. Her kesî li ser vê mijarê fikr û ramana xwe got. Rexneyê dewam bikin."
Arinç got ku pêşnûmaya zagonê ya pêvajoyê û Lijneya Wezîran nexşerêyek amade kir ku ji bo bidawîbûna terorê çi hewce heye ku bê kirin û hewcedarî bi kîjan tevdîran heye û wiha dewam kir:
"Şertekî ku ew tişt dê wê rojê bê kirin, ev tişt dê vê saetê de bê kirin tuneye. Lijneya Wezîran bi vê zagonê ve zagoneke çarçove çêdike û wezîfeyekê hildide û rayeyê dixwaze. Dibêje ku 'di mijarekê de karê Sekreteriyayê Misteşariya Sazûmanî û Ewlehiya Qamûyê dê bike û di vê mijarê de Lijneya Wezîran rayedar e ku biryaran bide. Dema ku Lijneya Wezîran wezîfeyê bide kes û saziyan, ew dê vê wezîfeyê bikin. Dema ku ew vê wezîfeyê bikin jî ew nakevin bin berpirsiyariya edlî, îdarî û darazê.' Pêşnûmaya zagonê bi awayekî ku bê fêmkirin hatiye nivîsandin. 5- 6 bend in. Ango ji bo ku kes dernekeve çiyê, yên ku çiyê tên ji bo rehabilîtasyona wan, ji bo li Tirkiyeyê aştî, aramî û ewlehî cardin çêbibe dê kîjan tevdîr bên dîtin. Jixwe Misteşariya Sazûmanî û Ewlehiya Qamûyê ji bo vê tiştê hatibû avakirin. Ev tişt dê yek û yek li gor zagonê eşkere bibin."
Arinç bal kişand ku ev 15-16 meh in pêvajoya çareseriyê dest pê kir û wiha got:
"Ji bo Tirkiyeyê êdî ji vir û şûnde zarûret e ku êdî çarçoveya zagonê diyar bibe. Ango MHP ji bilî gotinên xwe yên berê tu tiştî nabêje. Di nav CHPê de jî fikrên wek 'em ê lê binihêrin, em ê bibînin. Dibe ku em ji bo pêşveçûnê alîkariyê bidin' hene. Di nav parlementoyê de em lê dinihêrin ku HDP bi helwesteke erênî lê dinihêre. Nexwe ev zagon dê bi lihevkirineke mezin ve ji Lijneya Giştî derbas bibe."
Arinç got ku "Daketina ji çiyê, piştî daketinê ev kesan sûc kirine an na, heke ku sûc nekiribin û heke wê serbest bimînin ev ê çawa entegreyî civakê bibin, danîn û nedanîna çekan ev mijar hemû di nav vê zagona çarçove de hûrgilî ne. Em ê van bi hev re bibînin."
Arinç li ser pirsa rojnamegerekî ya "Di pêvajoya kifşkirina namzedê AK Partiyê de bi Serokomar Abdullah Gul, Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan re civîneke sê alî hat kirin an na û heke ku Erdogan bibe serokomar kî bibe serokwezîr?" wiha got:
"Der heqê kifşkirina namzedê serokomariyê de bi awayekî serkeftî hemû îstişare hatin kirin û biryar hat dayîn. Sibê di van saetan de ew biryar dê bê îlankirin. Hemû dinya yê ku dê bibe namzed nas dike. Der barê serokwezîriyê de îstişare dê dewam bikin. Lewra Birêz Serokwezîr got ku 'piştî hilbijartina serokomariyê em ê bêhtir li ser paşeroja serokwezîrtî û partiyê bisekinin. Li gor me ya rast jî ev e. Ez ji bo hevdîtinan jî dikarim bibêjim ku jixwe min gotibû ku me hevdîtinên du alî kirin."
Rojnamegerekî gotina "Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesût Barzanî ya 'Dema qedertayînkirina kurdan hat' û gotina Serokwezîrê Îsraîlê Binyamîn Netenyahû ya 'Divê Kurdistan ava bibe' bi bîr xist û pirsa "Li Iraqê îhtimala avakirina Kurdistaneke serbixwe çi ye, hikûmet, Enqere çawa li vê rewşê dinihêre?" kir û Arinç jî got ku ew bûyerên li Iraqê ji nêz ve dişopînin.
Arinç destnîşan kir ku li Iraqê dewletek û makezagona wê dewletê heye û di nav federasyonê de jî meşreb û netewên cur be cur hene û wiha dewam kir:
"Em tenê ji aliyê Kerkûkê ve tengezar nînin. Lewra li Kerkûkê hemû mezheb û netewên ku Iraqê temsîl bikin dijîn. Li Kerkûkê tirkmen jî hene, kurd jî hene, şiî, sunî jî hene. Em ji bo paşeroja Kerkûkê dixwazin ku statuya Kerkûkê weke xwe dewam bike. Lêbelê der barê Kerkûkê de hem Barzanî û hem yên din gotinên cuda dibêjin. Weke ku hûn dizanin Serokwezîrê wê derê (Herêma Kurdistana Iraqê) çend roj berê hatibû Tirkiyeyê. Di nav heyeta ku hatin de Waliyê Kerkûkê jî hebû. Di wê hevdîtinê de fikr û ramana Tirkiyeyê cardin ji wan re hat gotin û wan jî got ku der heqê van fikr û ramanan de divê tu fikara Tirkiyeyê tunebe. Dibe ku van rojan her kes hin tiştan dibêjin. Ya ku dikeve ser milê me, em ê li ser vê mijarê nirxandinan bikin û li gor berjewendiyên Tirkiyeyê bixebitin."