BERLÎN
Alîkarê Serokê Komîteya Kontrolê ya Meclisa Federal Andre Hahnê berpirsiyarê teşkîlata îstixbaratê got wer bawer dike ku Teşkîlata Îstixbarata Federal (BND) hemû Tirkiye guhdar nekiriye.
Hahn daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got bawer nake ku BND der barê hemû Tirkiyeyê de îstxbaratê kom bike lê tiştekî wiha jî heye ku agahiyên berfireh di destê wî de tunene.
Hahn got, "Li gor tiştên ku min xwendin ez bawer nakim ku hemûyê Tirkiyeyê hatibe guhdarkirin. Helbet hin tişt hene ku hikûmetê çarçoveya wê nîşan daye. BNDyê li gor di nav tevgerê de be. Lê belê ez nikarim ku der barê belgeyan de agahiyan bidim we."
Ji Hahn pirsîn ku gelo mirovên siyasî jî hatin guhdarkirin an na û li ser vê Hahn wiha bersiv da, "Ez bawer nakim lê belê di vê mijarê de bi tenê hikûmet dikare bersivê bide."
Endamê Komîteya Kontrolê ya Meclisa Federal û Parlementerê Partiya Keskan Hans-Chrîstîan Strobele der barê guhdarkirinê de wiha got: "Ez di şikê de me ku yek rabe ji rojnameyake Tirkiyeyê re bibêje hikûmet û siyasî tên guhdarkirin."
Strobele bi bîr xist ku hikûmeta Almanyayê îtiraf kir ku Tirkiye di hedefa îstixbarata Almanyayê de ye û wiha got: "Hikûmeta Almanyayê jî nizane ku BNDya îstixbarata Almanyayê tam çi karî dike. Bi tenê teşkîlata îstixbaratê vê dizane. Em ê jî li ser vê mijarê di Komîteya Kontrolê ya Meclisa Federal de biaxivin."