Hat ragihandin ku artêşa Iraqê li bajaroka Felûceyê operasyon kir û di encamê de 11 kes mirin, 17 kes jî birîndar bûn.
Wîsam el-Îsawiyê rayedarê Nexweşxaneya Dewletê ya Felûceyê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku yekîneyên artêşa Iraqê li çend herêmên Felûceyê operasyon kirin û piştî operasyonan cesedê 2yê wan zarok, yeka wan jin bi tevahî 11 kesan anîn morga nexweşxaneya wan. Îsawî destnîşan kir ku 4ê wan zarok, yeka wan jin bi tevahî 17 kesên birîndar jî li nexweşxaneyê tên dermankirin.
Artêşa Iraqê der barê bûyerê de hê daxuyanî nedaye.
Ev demek e li Iraqê ragêşî û valahiya rêveberiyê heye, Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê jî ev wek firsend dît û hin bajarên ku Mûsil jî tev e bi dest xist. Li herêmê pevçûn hê didomin.