KARAMAN
Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Ermeneka navçeya Karamanê li kana komirê ya ku ji ber avê 18 karker tê de mehsûr man de lêkolîn kirin.
Serokwezîr Davutoglu bi xanima xwe Sare Davutoglu re hat navçeya Ermenekê. Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk û Wezîrê, Gihan, Ragihan û Behrevaniyê Lutfî Elvan û rayedarên din vir pêşwaziya Serokwezîr Davutoglu û xanima wî Sare Davutoglu kirin.
Davutoglu ewil derbasî kona Heyva Sor a Tirkan bû û vir bi xizmên karkeran ên ku mêvandariya wan tê kirin re hevdîtin kir. Davutoglu pişt re derbasî Navenda Kordînasyona Mobîl a Serokatiya Birêvebiriya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) bû.
Der barê xebatên ku vir tê kirin de brîfîng dan Serokwezîr Davutoglu. Davutoglu pişt re çû ber devê kana komirê û xebatên ku tên kirin, di cî de şopandin.
Davutoglu piştî lêkolînan daxuyanî dan rojnamevanan û got ku "Em bi bûyereke ku li hemû welatê me bû sedemê xemê û di vê wateyê de me Cejna xwe ya Komarê jî wek rojeke hiznê derbas kir re rû bi rû man."
Davutoglu da zanîn ku duh kan di bin avê de ma, ji 34 welatiyên ku di kanê de bûn 16ê wan hatin xilaskirin û 18 welatî hê jî di kanê de ne. Davutoglu destnîşan kir ku Wezrîê Vejen û Çavknaiyên Sirûştî Taner Yildiz, Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civakî Faruk Çelîk, parlementerê herêmê û Wezîrê Gihan, Ragihandin û Behrevaniyê Lutfî Elvan demildest çûn herêmê û şeva xwe bi ekîbên ku dixebitiyan re borandin.
Davutoglu got ku me jî bûyerê ji nêz ve şopand û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Her wiha AFAD demildest hat vir. Bi 2 balafir, 3 firoke û 90 wesayîtên melzemeyan re demildest xebatên lêgerîn û xilaskirinê dan destpêkirin. Ev xebat seranserê şevê berdewam kirin. Lê belê ji ber meylê û ava zêde herî çêbûye û ji ber vê yek xebat li gor dilê me lez nehatin kirin. Di rastiya xwe de kaneke ku heta koda 750 metroyan dadikeve ye. Di kota 777 metroyê de karkerên me bi vê faciayê re rû bi rû man. Av derket heta 8-12 metroyan. Bi xebatên ku me dih kirin, nîha bi qasî 10 metroyan daket. ne tenê bi melzemeyên ku anîn vir, 30 saziyên me bi hemu derfetên li hawirdor bi birêvebiriya qeyranê ketin dewrê û ji Stanbol mekanîzmaya pompekirina avê ya ku dibêjinê "ahtepot" jî anîn. Demek beriya niha ev hat amadekirin û dema ez ketim pileyên ewil ên kanê dest bi xebatê kir. Tabî ji aliyek din ve wext diherike lê ji aliyê din ve jî ji ber zêdehiyaavê dijwarî derdikevin."
-"Ez kesekî wisa me ku gelek ji nêz ve dizanim"
Davutoglu diyar kir ku bi hemû saziyan re şev û roj dixebitin û got ku bi xizmên karkeran re jî hevdîtin kirin û xemgînî, êş û kula her yekî ji wan di dilê xwe de hîs dikin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Zarokên wan zarokên me ne jî, birayên wan birayên me ne jî, êşa di dilê malbatên wan de û daxwaza sebrê ya ji bo wan ji bo me jî derbasdar e. Ez vê erdnîgariyê ji gelek nêz ve dizanim. Ew cihê ku ez wir hatim dinê jî gelek nêzî vê derê ye, ez kêmasiya kar a li Çiyayên Torosê, xebata mirovan û ev karkerên birayên me yên ku niha di kanê de ne yên ji bo rizqeke helal di şert û mercên gelek dijawr de dixebitin, dizanim û dibêjim. Êşa her yek ji wan êşa me ye, xemgîniya wan xemgîniya me ye. ji bo ku demildest xwe bigihînin van birayên me çi divê bê kirin, dê bê kirin."
-"Pirsa her yek ji wan ji bo me bi qedr e"
Davutoglu got ku armanca me ya sereke berî her tiştê ew e ku em demildest avê ji wir derxînin û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Armanca me ya sereke ew e ku em demildest xwe bigihîbnin welatiyên xweî birayên xwe, ew mirovên ku ji ber vê bûyerê agir berdan dilê me, ji bo rizqê helal vê zehmetiyê dikşîniin. Ji bo vê yekê 420 peywirdarên me niha bi awayekî fiîlî dixebitin. Ji vana 299 kes der barê lêgerîn û xilaskirinê de pispor in. Noqavên me hene, me hemû derfetên xwe xistin dewrê. Înşallah em di demek kurt de xwe bigihînin van birayên xwe lê dijwariya rewşê jî eyan e. Em ji bo ku ji van dijwariyan xilas bibin û xwe bigihînin wan çi ji destê me tê dikin.
Ji aliyekî din ji bo ku malbat bên teskînkirin, hewldanên ji bo ku malbatên me di demek herî kurt de bigihêjin xizmên xwe û agahdarkirina wan hene. Min bi hevalên xwe re ew ji dil hêmbêz kirin. Hin kesan spas kir, hinekan jî bi wê êşê pirs pirsîn. Pirsên her yek ji wan ji bo me gelek biqîmet in, êşa her yek ji wan di dilê me de ye. Em hestên wan fehm dikin. Min gote wan li ber xwe bidin û min xwest ku dia bikin lê di heman demê de arîkariya tîmên lêgerîn û xilaskirinê bikin. Bi awayekî gelek metîn û di nav pêbaweriyeke mezin de van xebatan dişopînin."