VAN
Nehîr Aslan dema ku li ber derê mala xwe dilîst dora saet 14.00an de winda bû, li ser vê yekê malbat û cîranên wê li hawirdorê geriyan lê ew nedîtin û ji ekîbên jendirmeyan arîkarî xwestin.
Ekîbên jendirmeyan di lêgerînên xwe de tu tişt bi dest nexistin û li ser vê yekê ekîbên teqwiye xwestin.
Qaymeqamê Gurpinarê Metîn Yilmaz dema ku bûyer bihîst hat taxê û ji tîman agahî sitand.
Yilmaz pişt re li Dibistana Navîn a Kirkgeçîtê de maseya qeyranê avakir. Yilmaz daxuyaniyek da nûçegihanên AAyê û got ku xebatên lêgerînê bi piştgiriya 50 jendirmeyanî 60 parêzvanên gundan, 15 tîmên lêgerîn û xilaskirinê yên girêdayî Serokatiya Birêvebirinê ya Rewşa Acîl û Bobelatê (AFAD) û niştecihên taxê berdewam dikin. Yilmaz diyar kir ku di xebatan de 6 seyên ku perwerdeya lêgerîn û xilaskirinê sitandine jî sûd werdigirin.
Yilmaz da zanîn ku her wiha ji bo rewşa acîl Ekîba Xilaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) ya ku ji 6 kesan pêk tê jî amade ye. Yilmaz diyar kir ku ji bo dîtina Aslanê her kes çi ji destê wê tê dike.
Bav Erkan Aslan got ku keça min dema li ber derê malê dilîst ji ber çavê me winda bû û çiqas em lê geriyan jî dîsa me ew nedît. Aslan got ku "Em gelek ditirsin" û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mirov dibêje ka erd qelişî û keça min ket navê. Em ditirsin ku hatibe revandin. Ji seata ku winda bûye heta niha me li her derê nêrî lê me tu derê nedît. Me tu kesê ku bûyer dîtiye jî nedît."
Ji taxên cînar jî kesên ku bûyer bihîstin tevî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bûn. Welatî digel wesayîtên tîmê bi traktoran derdikevin cihên ku derketin wir dijwar e û bi fenerên di destê xwe de li wan deran digerin. Xebatên lêgerîn û xilaskirinê berdewam dikin.