Hevalên Yasîn Boruyê yên dibistanê ew bi bîr anîn. Yasîn Boru li Diyarbekirê dema ku di Cejna Qurbanê de qurban belavî hewcedaran dikir bi awayekî hovane hatibû kuştin.
Hevalên Boru yên dibistanê yên ku li Lîseya Îmam Xetîbê ya Alî Gaffar Okkan dixwînin, mamosteyên wî û hin rayedarên ji yekîneya malbatê ya dibistanê ji bo ku serxweşiyê bidin, malbata Yasîn Boru ziyaret kir.
Serokê Şûbeya Bem-Bîr-Senê yê Diyarbekirê Îbrahîm Gokdemîr jî malbat ziyaret kir û got ku ji dil, êş û xemgîniya malbatê hês dikin.
Serokê Komelaya Arîkarî û Piştevaniya Mezûnên Îmam Xetbîbê Kasim Akgonul jî li ser girîngiya şehîdî û şehadetê sekinî û got ku hemû misilmanên li ser rûyê erdê dixwazin ku mertebeya şehîdî û şehdatê bi dest bixin.
Xalê Yasîn Boru, Hasan Boru jî xwest ku kesên ku xwarziyê wî qetl kirin, bên cezakirin.