Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu û Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî di çarçoveya avakirina hikûmetê da hevdîtin kir.
Civîn li miqamê Meclisê yê Bahçelî, bêyî çapemeniyê hat kirin û 2 saet û 26 deqîqe dewam kir.
Bahçelî piştî hevdîtinê Serokwezîr Davutoglu bi rê kir.
Wezîrê Xebat û Ewlehiya Civatê Faruk Çelîk û Alîkarê Serokê Giştî yê MHPê Semîh Yalçin beşdarî civînê bûn.