Walîtiya Diyarbekirê ji bo navçeya Sîlvanê biryara qedexekirina derketina ser kolanan da.
Di daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê de hat ragihandin ku ji bo ewlekariya can û malê gel ji nîvê şevê saet 01.00ê û pê ve derketina ser kolanan hat qedexekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Ji bo ewlekariya can û malê gel, bi erka madeya 11/C ya 5442 Qanûna Rêveberina Bajêr li navenda navçeya Sîlvana ser bajarê me ji 18ê Tebaxa 2015an saet 01.00ê û pê ve heya bangewaziyeke din, qedexeya derketina ser kolanan hatiye îlankirin."