Li Sêrtê hewcedariya xwarin û xwekirinê yên êzdiyên ku ji ber êrîşên Dewleta Îslamî ya Şam û Iraqê (DÎŞI) xwe spartin Tikiyeyê tên dîtin.
Amûrên alîkariyê yên ji bo êzdiyên ku bi destê Şaredariya Sêrtê li xaniyên bi navê Mala Mîrze tên zanîn hatine bicihkirin hatin berhevkirin di 3 konan de li êzdiyan tên belavkirin.
Malbatan diyar kir ku ji ber êrîşan cih û warên xwe terk kirin û di dema rêwîtiyê de gelek tengasî kişandin. Malbatan got ku gelek zarok di rêwîtiyê de ji ber tîbûn û birçîbûnê mirin.
Malbatan destnîşan kir ku heta niha hemû hewcedariyên wan hatine dîtin û ji bo vê jî ji hemû kesên ku alîkarî dan wan re sipas kirin.