Li Nisêbînê zarokên ku nêzîkî sînorê Sûriyeyê dilîstin mayîn dît.
Zarokên ku li taxa Yenîşehira nêzîkî sînorê Sûriyeyê dilîstin û li wir mayîn dîtin, li ser vê yekê malbatên zaran xebera polêsan pê xist.
Polêsan li herêmê tedbîrên ewlehiyê hildan û dorber vala kirin. Ji Mêrdînê pisporên madeyên teqemeniyê hatin û li ser mayînê lêkolîn kirin û di dawiyê de ji bo ku îmha bikin mayîn hildan bin mihefezeyê.
Midûrê Ewlekariya Nisêbînê Resûl Saygili hat herêmê û ji welatî û polêsan agahî sitand.
Mixtarê Taxa Yenîşehirê Şakir Acar daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir ku têlên li ser sînor riziyane û ji ber vê jî zarok jê derbas bûne û ketine cihê bimayîn. Zarokan mayîn ji cihê wê derxistine û anîne taxê.