ERBÎL
Hat ragihandin ku heyeta ku ji Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demirtaş, Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan û Parlamenterê Îstanbûlê Sirri Sûreyya Onder pêk dihat ji Qendîlê vegeriya.
Nûnerê Erbîlê yê Partiya Demokrasî û Aşitiyê (BDP) Cemal Coşkun diyar kir ku, heyeta BDPê ya ku ji Hevserok Selahattîn Demirtaş, Parlamentera Îdirê Pervîn Buldan û Parlamenterê Stenbolê Sirri Sûreyya Onder pêk tê duh çû Qendîlê. Coşkun daxuyand ku heyet piştî hevdîtina bi Ocalan re ya 15 îlonê, ji bo bi berpirsiyarên KCKê re hevdîtinan bike duh çûn Qendîlê.
Coşkûn ragihand ku heyet ji deriyê sînor ê xabûrê derbasî Tirkiyê bû. Ji ber ku îro dê Serokwezîr Erdogan besteka demokratîkbûnê eşkere bike û dê sibê jî TBMM vebibe heyet neçû Erbîlê rasterast derbasî Tirkiyeyê bû.
Heyetê di 15ê îlonê de bi Abdûllah Ocalan re hevdîtin kiribû.