03 Îlon 2016•Rojanekirin: 03 Îlon 2016
ÎSTANBUL
Huseyîn Çapkinê Midûrê Ewlehiya Stenbolê yê berê jî di nav da 4 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna FETO/PDYya rêxistina terorê da hatibûn binçavkirin anîn Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.
Hat diyarkirin ku Huseyîn Çapkinê Midûrê Ewlehiya Stenbolê yê berê, Osman Tunçê Qaymeqamê Pendîkê, mifetiş Gurkan Polat û Yilmaz Tunç sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin.
Di lêpirsînê da berê Huseyîn Avnî Mutluyê Waliyê Stenbolê yê berê, 7 waliyên navendê, alîkarekî walî û 3 qaymeqam bi tevahî 12 kes hatibûn binçavkirin.