03 Îlon 2016•Rojanekirin: 04 Îlon 2016
HAKKARÎ
Li Çuxurcaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 3 leşker şehît bûn, 3yên wan rewşa wan giran 20 leşker jî birîndar ketin.
Operasyona bi piştgiriya hêzên hewayê li Çuxurcayê li dijî PKKyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Di pevçûna ku destê sibê di saet 06.45an da derket da 3 leşker şehît bûn, rewşa 3yê wan giran 20 leşker jî birîndar ketin.
Leşkerên birîndar bi firokeyê anîn Qişleya Fatîhê û ji wê derê jî bi ambûlansa rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê.
Hat ragihandin ku li herêmê pevçûn dewam dikin.