04 Tebax 2016•Rojanekirin: 09 Tebax 2016
ŞANLIURFA
Koçerên Şanliûrfayê ji bo heywanê xwe havînê diçe zozanên Herêma Anadoluya Rojhilatê, lê ji ber bûyerên terorê havîna îsal mecbûr li herêma Karacadagê derbas dikin.
Koçer di "Pêvajoya Çareseriyê" da bi rehetî diçûn zozanan û dihatin, lê ji ber ku bûyerên terorê dîsa dest pê kirin, îsal neçûn cihê hênik.
Ji ber ku li Şanliûrfayê hewa pir germ e, koçer mecbûr man û heywanên xwe derxistin herêma Karacadagê, lê ew der ji bo heywanan zêde ne baş e.
Koçer dibêjin ji ber ku çêre zêde tuneye, heywanên wan îsal kok nebûn, li bendê ne ku bûyerên terorê caka kuta bin û ew jî di nav hizûrê da koçî cihên baştir bikin.
Serokê Komeleya Koçerên Karacadagê Hamza Agan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku li Şanliûrfayê gelek malbat bi koçertiyê debara xwe dikin.
Agan got ku ji bo koçeran çêre û rewşa hewayê pir girîng e û bi taybetî jî ji bo şîr bihar û havîn pir girîng e.
Agan destnîşan kir, ji ber bûyerên terorê îsal gelek rêncber nikaribûn biçûna Herêma Anadoluya Rojhilatê û ji dêvla wê derê li Karacadagê man û wiha dewam kir:
"Serdemên ku heywandar pere qezenc dikin bihar û havîn e, lewra heywan di van serdeman da mezin dibin û şîr didin. Ji ber vê jî heywandar heywanên xwe di van serdeman da dibin zozanên hênik ên li Bîngol, Elezîz û Erziromê. Lê belê di van demên dawiyê da bûyerên terorê pêşî li wan birî. Ji ber vê gelek hevalên me havînê li Qerecdaxê derbas kirin. Lewra ewlehiya canê wan tune, meriv nizane xeteryê ji kîjan alî bê. Ji ber ku neçûn zozanan hilberîneran zirar dîtin, şîr kêm e û heywana goşt negirt. Ku meriv bi awayê serbest heywanên neçêrîne nikare here wan deran. Karê me zehf zor e, kesên ku heywandariyê dikin ji heram, derew û faîzê dûr in. Lê belê ku hizûr tunebe heywandar nikarin vî karî bikin. Em dixwazin ku ev terora bi dawî be."
- "Me zirar dît"
Mustafa Bagatîmurê koçer jî diyar kir ku koçerî ji kal û bavên wan maye ji wan ra, karekê zor e lê belê bi dilxwezî karê xwe dikin.
Bagatîmur got ku her sal heywanên xwe dibirin Karliovayê lê belê îsal ji ber bûyerên terorê mecbûrî heywanê xwe birine Qerecdaxê.
Bagatîmur got ji ber ku heywan dernexistine zozanan zirar li wan ketiye û wiha axivî: "Em her sal diçûne Bîngolê, lê îsal ji ber bûyeran me firsend nedît ku herin. Zozan ji bo heywanan zehf baş bû, heywan diçêriyan û têr dixwarin, şîr zêde dibû, heywanan goşt digirt. Em îsal neçûn, heywan zeyîf in, şîr kêm e rewşa heywanan baş nîne."
Salih Çetîn jî got ku îsal îmkan nedîtine ku derkevin zozana, ji bo ku heywanên wan zehf weza nebin ji nika va dest bi dayîna yêm kirine.