ANKARA
Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî merasima vekirinê ya komî ya ku Şaredariya Mezin a Enqereyê li Hêwana Werzişê a Arenayê li dar xist bû û 214 berhem û avahiyên ku bi 317 milyonî hat çêkirin pîroz kir.
Serokwezîr Erdogan destnîşan kir ku beşdarî merasimên xîmavêtinê nebûye, tenê beşdarî merasima vekirinê bû û wiha dewam kir: "Lewra berê xîm avêtin, lê xîmê wan di cî de ma. Me xîm avêt, dîrok da, çêkir û pişt re jî vekir."
Erdogan diyar kir ku wan îro li Enqereyê 16 xaçerêyên bipire û pire, 11 jorebihur, Loqala Xanima ya Sîncanê, Navenda Jiyana Malbatê ya Kazanê, Navenda Çanda Elmadagê û otoparqa biqat a derdorê Mizgefta Hecî Bayramê Welî vekir.
"Ev dozger çima 7 rojan neçû Reyhanliyê"
Erdogan di axaftina xwe de got ew tira ku bi çavdêriya endamên Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) ji tirkmenên Sûriyeyê re alîkariya însanî dibir li Hatayê dijî zagonê dan sekinandin.
Erdogan got: "Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî ji kê re dixebite? Ji welat re dixebite, ji gel re dixebite" û wiha dewam kir:
"Dozgerek ji Edeneyê radibe tê ji bo ku vê tirê bide sekinandin, vê alîkariya mirovahiyê re astengiyê derbixe zagonan binpê dike û operasyonê dike. Ez ji vir dipirsim? MÎT saziyeke ji bo berjewendiyên vî welatî dixebite, lê tu ji bo kê dixebitî? Di zagonê MÎTê de MÎTê çawa tevbigere kifş e. Tu bi awayekî derzagonî ji MÎTê re astengiyê derdixî. Hey dozger, tu di qetla Reyhanliyê de li ku bûyî? Tu 7 rojan neçûyî wir, tu li ku derê bûyî? Ez li vê derê heman demê de gilîya te dikim, te şikyatê LBDDê dikim. Lêbikolin û binhêrin ka ev dozger çima 7 rojan neçûye Reyhanliyê. Hûn çima ji MÎTê aciz dibin? Hûn çima alîkariya ku ji tirkmenan re diçe aciz dibin? Lewra ev ne ji bo Tirkiyeyê, ji bo berjewendiya kesên din dixebitin, taşerontiya kesên din dikin. Ev berjewendiya rêxistinên xwe li ser berjewendiya Tirkiyeyê û gel re digrin."