Li Şirnakê di kana komirê de hezaz pêk hatibû û 3 xebatkar di bin zinar û xweliyê de mabûn. Piştî lêgerînan termên hersê xebatkaran jî hat derxistin.
Li gundê Arakoya li ser bajaroka Balverenê di kana komirê de hezaz pêk hat û ji xebatkaran Huseyîn Dekçî, Suleyman Gokalp û Mahmût Îçkale di bin zinar û xweliyê de man. Xebatkarên lêgerîn û xelaskirinê bi makîneyên kar qamyona ku di bin zinarê de mabû, derxistin.
Piştî vê xebatkaran xebatên xwe zêdetir kirin û ewilî termê Suleyman Gokalp derxistin. Paşê jî termên Huseyîn Dekçî û Mahmût Îçkale jî derxistin. Wê gavê hin xizmên miriyan di wextê derxistina cesedan de ji xwe çûn.
Termên ku hatin derxistin bi ambûlansan birin Morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnakê.