Önder Beyter
09 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 09 Tîrmeh 2018
ANKARA
Li rojava û naverasta Japonyayê hejmara kesên ku di lehî û hezazan da jiyana xwe ji dest dan derket 100î.
Li gorî nûçeya Kyodo, li vî welatî di lehî û hezazan da 100 kesî jiyana xwe ji dest da.
Dîareya Rêveberiya Şewat û Afatê ragihand, hejmara personelê parastina sivîlan, ewlekariya qeraxan, polês û agirkujiyê yên ku beşdarî xebatên lêgerîn û xilaskirinê bûn, derket 73 hezar kesî û hejmara kesên ku li navendên tehliyeyê dibînin jî 23 hezar e.
Rayedaran destnîşan kir ku li 11 herêman ava 267 xaneyan nayê dayîn, rêyên serekî tijî ava lehiyê bûne û li gelek ciyî jî seferên trênê nayên kirin.
Li herêmên wekî Hîroşîma, Ehîme, Okayama, Yamaguçî, Kyoto, Gîfu, Şîga, Hyogo, Koçî û Fukuokayê di lehî û hezazan da însan mirin.
Li vî welatî li 19 herêmên ku di bin tesîra taviyê da mabûn, ji bo 5,9 milyon kesî emir an jî pêşniyaza texliyeyê hatibû dayîn.