Sefa Mutlu
31 Berfanbar 2022•Rojanekirin: 31 Berfanbar 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan bi parvekirinên li ser hesabê xwe yê Twitterê va xizmetên di sala 2022yan da bo Tirkiyeyê hatin cîbicîkirin nirxandin.
Erdogan di parvekirina xwe da wiha got, "Em îro bi tenê sala nû pîroz nakin, her wisa em dikevin wê serdemê ku em ê gav biavêjin sedsala nû ya Komara me. Niha ew dem hat ku em kurteya xizmetên me di 2022yan da bi xebata şe û roj ji bo welêt kir, digel gelê me yê xizmetkariya wê ji bo me şeref e parve b ikin."
Serokomar Erdogan diyar kir, wan bi Projeya Mala Min a Ewil Kargeha Min a Ewil va hemleya herî mezin a dîroka Komarê ya xaniyên sosyal da destpêkirin û wekî destpêk wan xîmê 5 hezar û 615 xaniyî avêt.
Erdogan her wiha got ku 45 hezar avahiyên afatê û 20 hezar avahiyên sosyal kuta bûn û wiha dewam kir:
"Me 49 baxçeyên gel temam kirin û bo xizmetê vekirin. Bi vî awayî me hejmara baxçeyên gel derxist 152yan. Hê xebatên çêkirina 310 projeyan berdewam in. Me li Stenbola me 100 pêşdibistan temam kirin û ji bo zarokên me vekirin. Me 5 milyon qeremêtro parq, 1615 kîlomêtro rêya duçerxê, 1200 kîlomêtro rêya meşê ya kesk kirin xizmetê. Xebatên me yên veguherîna bajêr jî bênavber didomin. Ji bo veguherîna 79 hezar û 850 ciyên serbixwe me 1,6 milyar TL alîkariya kirê da welatiyan. Me di 70 hezar avahiyî da kontrol pêk anîn. Me ji behrên me qedera 180 hezar ton gemar derxist. Me rêjeya lêvegerê ya sifir zibil derxist ji sedî 27,2yan. Bi vî awayî me rê li berdana 23 hezar ton xaza serayê girt. Me perwerdeya sifir zibil da 2 milyon însanên me. Her wisa me 8 milyon TL alîkariya sifir zibil da şaredariyan. Me emilandina poşetê plastîk bi rêjeya sedî 65an daxist. Bi tescilên nû va me hejmara darên me yên abîdeyî derxist 10 hezar û 285an. Me di çarçoveya rawestîna erozyonê da 100 hezar fîdan danî. Me Şûraya Avûhewayê ya Ewil a Tirkiyeyê pêk anî. Me 6 îstasyonên çavdêriyê yên meteorolojiyê yên otomotîk ava kirin."