Önder Beyter
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yildirim der heqê îdiaya Serokomarê 11emîn Abdullah Gul wê wekî namzedê serokomariyê were nîşandan da wiha got, "Li paş evçend hewl û xebatê diyar e ku projeyeke endazyariyê hebû, lêbelê wer dixuyê ku proje têk çû, peqiya, di dest da ma. Proje serkeftî nîne."
Yildirim di vegera Îspanyayê da di hundirê balafirê da bersiv da pirsên nûnerên çapemeniyê yên der heqê rojevê da.
Ji bo pirsa, "Hûn bawer dikin ku Serokomarê 11emîn Abdullah Gul wê bibe namzedê hevbeş?", Yildirim wiha bersiv da, "Li paş ev çend hewl û xebatê diyar e ku projeyeke endazyariyê hebû, lêbelê wer dixuyê ku proje têk çû, peqiya, di dest da ma. Proje serkeftî nîne. Heger hûn bi salan di nava herekete siyasî da bimînin û li wir peywirên girîng bi cih bînin û herwiha paşê jî hûn rabin û biçin, wê demê hûn ne dikarin bi kêrî ciyê xwe yê berê werin û ne jî dikarin bi kêrî ciyê xwe yê nû werin. Tecrubeyan ev yek daye nîşan."