ŞIRNAK
Jina ducanî ya tevî lawê xwe yê 2 salî, di êrîşên YDG-Hyê yên li Cizîrê de, di sersoşêkê de asê ma, serpêhatiya xwe vegot.
Li Cizîrê endamên YDG-Hya rêxistina ciwanan a girêdayî PKKyê êrîş biribûn ser hin malan û di encama êrîşan de 3 kes miribûn, Denîz Gozungu (26) ya ducanî tevî lawê xwe yê 2 salî Ûgûr ve, di serşokê de asê mabû, dîwarê serşokê hatibû şikestin û Gozungu hatibû xilas kirin. Gozunguya ducanî got ku hêj di bin bandora bûyerê de ye û serpêhatiya xwe ji nûçegihanê AAyê re vegot.
Gozunguyê got ku dema bûyer pêk hat ew li mal bû û lawê xwe dikir xew û mêrê wê jî çûbû mala lawê apê xwe.
Gozunguya ku ducanî ye got, min dengê çek bihîst û çûm min deriyê malê kilît kir. Paşê min dît ku paceyan dişikênin min lawê xwe girt û çûm metbaxê xwe li vir veşart. Gozunguyê got ku molotof avêtin xanî, ji ber vê dûman derket, nikaribû li vir nefes bigre û bide, ji vir revî serşokê.
Gozungu wiha axivî: "Dema ku êrîşkeran agir avêt mala me û ketin hundir, ez û lawê xwe revîn serşokê. Agir bi cil û bergên me ketibû, min ew li sersoşê vemirand. Gule berdan ser xanî. Em 4 saetan di serşiokê de asê man."
Gozunguyê got ku ji ber êrîşkeran gule berdida ser xanî, kes newêribû ku were me xilas bike.
-"Dîwarê serşokê şikandin û em xilas kirin"
Gozunguyê got ku wê têlefonê mêrê xwe kir, alîkarî xwest û wiha dewam kir: "Mêrê min digot sebir bike em tên te xilas dikin. Piştî 4 saetan mêrê min digel hevalên xwe hat, dîwarê serşokê şikand û me ji serşokê derxist."
-"Me jina min a ducanî bi zorê xilas kir"
Şemsettîn Gozunguyê ku jina xwe û lawê xwe bi zorê ji serşokê derxist jî got ku ew dema êrîş hat kirin bi têlefonê bi xanima xwe re diaxivî û wiha dewam kir:
"Min ji xanima xwe re got sebir bike ez ê te xilas bikim. Em di ser banê cîrana re, hatin pişta xanî, me bi balyozê dîwarê sersşokê şikand û jina min û lawê min derxist. Şikir ji Xweda re tiştek bi wan nebû."