Önder Beyter
19 Tebax 2020•Rojanekirin: 27 Tebax 2020
Li Rihayê di çarçoveya projeya Şaredariya Akçakaleyê da 100 jin pereyê ku ji zeviya îsotan a 250 donimî ya ku wan bi destê xwe danî qazanc dikin va debara malbata xwe dikin.
Li navçeya li ser sînorê Sûriyeyê, ji bo zêdekirina îstixdama jinan, di çarçoveya "Projeya Jinên Akça Hildiberînin" da ji hin saziyan 250 donim erd hat dabînkirin û meha gulanê jî li vî erdî bi destê jinan îsot hatin danîn ku niha jî dema berhevkirinê ye.
Şaredarê Akçakaleyê Mehmet Yalçinkaya di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnêrê AAyê da diyar kir ku wan da dû gotina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan a "Tirkiyeya ku têra xwe dike, Tirkiyeya ku hildiberîne" û 3 meh berê şitilên îsotan danîn.
Yalçinkaya diyar kir ku ji danîn û avdanê bigire heta berhevkirinê, di hemû qonaxan da jin xebitîn û wiha dewam kir:
"Ez vê hilberîna îsotan zehf girîng dibînim. Lewra li vê derê em xwîşkên xwe yên jin tevlî hilberînê dikin. Me wekî şaredarî bi derfetên hindik ev proje bir serî. Me îsal li ser 250 donim erdî îsot danî. Em dixwazin saleke din vî erdî derxin 2 hezar donimî. Ez hemû xwîşkên xwe yên jin ên beşdarê projeyê pîroz dikim û sipasiya saziyên alîkar dikim."
Ji jinan Emine Maskanê jî diyar kir ku bi saya projeyê ew bûn xwedî kar û wan piştgirî da budceya malê û wiha dewam kir, "Berê havînan ji bo xebatê ez bi neçarî bi malbata xwe ra diçûm parêzgehên din. Lê bi saya projeyê êdî hewce nake em biçin derva."