Elif Orhan
08 Gulan 2019•Rojanekirin: 09 Gulan 2019
Li Sêrtê kebaba biryanê ya ku bi rêbazên taybet di tendûrên wekî bîran da tê pehtin di meha remezanê da jî yek ji xwarinên sereke yên sifreyan e.
Kebaba biryanê ji goştê berxikên ku li zozanan çêriyane û şîr hatine vekirin tê çêkirin û sibehan şefeqê tê serwîskirin lewra jî wekî "lezeta xewê nêvcî dihêle" tê binavkirin çendî sal in bi lezet û tahma xwe ya neguher remezanê da jî li ser sifreyan e.

Biryan di Erebî da wek "perîwe" di Kurdî da jî wek "parev" tê binavkirin. Di remezanê da nîvropaş dest bi çêkirina biryanê dikin û goştê biryanê di tendûrên 3 mêtro kûr û mêtroyek fireh da dialiqînin û bêav dipêjin û ji bo saeta fitarê amade dikin.
Xwediyê loqenteya kebabê Murat Kayaalp got ku wekî her mehê salê di remezanê da jî biryan gelekî tê tercîhkirin.
Kayaalp qal kir ji bo ku çêj û tahma herî xweş bi dest bixin goştên herî baş bi kar tînin û ev goşt jî goştê berxikên ji şîr bûyî yên 6-7 mehî yên ku li zozanan çêriyane tê bidestxistin.
Kayaalp got ku parsî û mazîpiştê ji bo ku bipêjin dixin nax sîtilên sifir û wiha axivî: "Em goşt nerme yê gewdeyê jî bi çengalan va dialiqînin. Em tendûrên xwe yên wek bîran ên ku bi taybetî ji bo biryanê hatine amadekirin pê dixin û piştî ku agir bû pizot pêşî sîtila sifir datînin paşê jî goştê bêhestî yên çengalan va dialiqînin."
Kayaalp got ku ji bo fitarê nîvropaş dest bi pehtina biryanê dikin û biryana ku bi temamî di hilma xwe da dipêje du saetan da amade dibe.
Kayaalp destnîşan kir ku di biryanê da tu madeyên têkar tunin û wiha axivî:

"Ji her derê Tirkiyeyê ji bo biryanê xwestek heye. Niha ji Enqereyê siparîş hat. Me jî li gor wê biryanê amade kir. Hin mişteriyên me çend roj berê va rezervasyon kirin. Kesên dixwazin ku vê tahmê bixin divê herî kêm 5 saet beriya fitarê siparîş bidin. Em dikarin biryana xwe bişînin her derê Tirkiyeyê."
- "Ez biryanê pakêt dikim û dibim"
Parêzer Taner Unluyê ku ji Enqereyê ji bo kar hat bajêr jî gor ji dema ku biryanê tahm kiriye pê va naxwaze goştekî din bixwe.
Unlu qal kir ku bi eslê xwe ji Erzincanê ye û malbata wî ji goşt fehm dike û wiha axivî: "Min heta niha digot ku ez goştê bi lezet dixwim lê dema ez hatim Sêrtê û min biryan xwar ev fikra min guherî. Dema ez ji bo karekî hatim Sêrtê min xwest ku ji malbata xwe ra ji vir biryanê bibim û ez biryanê pakêt dikim û dibim. Fikra di hişê wan da guherî êdî dema ez têm Sêrtê herkes biryanê dixwaze."
- Ji Bursayê ji bo biryanê hat
Îsmaîl Aydinê ku li Bursayê dijî da zanîn ji bo ku vê xwarina ku heta niha nexwariye di cî da bixwe hat bajêr.
Aydin got ku "Min di jiyana xwe da tu carî biryan nexwariye lê em ji Bursayê ji bo xwarina biryanê hatin Sêrtê. Gotibûn ku gelekî bi tahm e. Min îro cara ewil li tahm kir û bi rastî jî gelekî xweş e. Destê wan sax be."