24 Nîsan 2016•Rojanekirin: 26 Nîsan 2016
HAKKARÎ
Teqemeniya xumalî ya ku mensûbên rêxistina terorê PKKyê li rexê avahiya Şaredariya Yuksekovaya navçeya Hekariyê çal kiribûn, ji aliyê hêzên ewlekariyê va hat jinavbirin.
Li gorî agahiyê, hêzên ewlekariyê piştî ku di 13ê adarê da li Yuksekovayê qedexeya derketina derva hat îlankirin, seba jinavbirina teqemeniyên xumalî, tijekirina çalan û rakirina barîqatan "Operasyona Çawişê Pisporê Cendirme Ramazan Gulle" hatibû destpêkirin û pêrê jî bi dawî hat. Di vê çarçoveyê da li navçeyê hê jî xebatên kontrol û lêgerînê dewam dikin.
Hêzên ewlekariyê li taxa Mezarlik, Yenî, Eskî Kişla, Orman, Yeşîldere, Dîze, Cumhuriyet, Gungor û Esentepeyê pir baldar tevdigerin.
- Li rexê Şaredariya Yuksekovayê kemîneyeke bombekirî hat dîtin
Di çarçoveya xebatên kontrol û lêgerînê yên hevseng ên Hêzên Çekdar ên Tirk û unsûrên ewlekariyê da li taxa Esentepeyê kontrol hat kirin. Hêzên ewlekariyê bi alîkariya alavên dedektor û kuçikên pisporên bombeyê va kontrol kirin û li rexê avahiya Şaredariya Yuksekovayê ya li ser rêya Hekarî-Îranê bombeyeke di binê kemçeyekê da çalkirî tespît kirin.
Pisporên jinavbirina bombeyan piştî ku ewlekariya derdorê standin, bombeya xumalî ya biqasî 30 kîloyî ji nav birin.
Dîmena jinavbirina bombeyê di kamerayê da reng veda.