Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan der barê pirsgirêka terorê de got: "Dema ku ev pirsgirêk bê çareserkirin bi tenê ez qezenc nakim, em ê tev bi hev re qezenc bikin."
Erdogan wiha dewam kir: "Me heta îro 16 dewlet damezrandine, carinan em bi vê dîrokê pesnê xwe didin. Lê bi awayekî din heke em bala xwe bidinê em ê bibînin ku ev yek tê meneya wêran kirina 15 dewletan."
Serokwezîr Erdogan wiha axivî: "Divê karsazên me li ser vê meseleyê bixebitin. Çawa ku me balafirên bêmirov çêkirin, em ê niha înşellah helîkopterên xwe yê ATAK jî di karxaneyên xwe de çêkin. Divê em êdî trimbêlên xwe jî bixwe çêkin."
Em dê him ji hundir him ji derve xwe nû bikin. Ev nûkirin jî bi reform, avêtina gavên vînî û reforman pêkan e, em ê bi piştevaniya gel xwe nûbikin û pêş bikevin."