Namzedê Serokomariyê û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî fitara ku ji aliyê Serokatiya Bajêr a AK Partiyê ya Îstanbûlê bû.
Bernameya fitarê li Parka Yenîşehîrê hat lidarxistin û bernameyê bi tilaweta Qur'ana pîroz dest pê kir. Di bernameyê de sînevîzyoneke ku jiyana siyasî ya Erdogan qise dike, hat rapêşkirin.
Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebasê ku li ser vexwendina Serokwezîr Erdogan hat Stenbolê jî beşdarî fitarê bû.
Erdogan di bernameya fitarê de axivî û got ku mixabin em wek misilman, wek mirov di vê remezanê de xemgîn in, em vê remezanê bi awayekî dilşikestî îdraq dikin. Rewşa misilmanên ku li Sûriyê, Iraqê, Filîstînê û li gelek cihên din ên cîhanê yên ku rastî zilmê tên û xwîna wan dirije, nahêle ku em ji dil kêfxweşiya remezanê bijîn.
Erdogan axaftina xwe wiha berdewam kir: "Îsraîl dê dawiya dawiyê di nav xwîna ku bi xwe rijand de bixeniqe. Em ji dil ji vê yekê bawer dikin. Lê belê her welat û her civakê li cîhanê yê ku li hember zilm û cinayetên Îsraîlê deng dernaxîne, dê heta heta yê bibin mehkûmê vê rûreşiyê."
-Serokê Dewleta Filîstînê Ebas
Serokê Dewleta Filîstînê Mehmûd Ebas jî ji ber vexwendina wî spasiya Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan kir û got ji ber ku ez beşdarî bernameyê bûm, kêfxweş im.
Ebas got daxwaza me ew e ku meha remezanê ji bo alema îslamê bi xêr be û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Em her car, her roj, her sal rastî zilm û êrîşan tên. Gefên 'em dê we ji axa we derxînin'li me dixwin. Vê yekê baş bizanin ku em dê ji axa xwe dernekevin. Di van rojên dawîn de em serdemeke nû ya van kuştinan, dijîn. Bi qasî mehek berê el- Xelîlê dest pê kir, pişt re belavî bajarên din ên Filîstînê bû. Benzîn rijandin li ser Mihemed Ebû Kadîrê ku ciwanekî filîstînî bû û ew şewitandin û qetlkirin. Ew jî ji bo me bû sembolek."
Ebas destnîşan kir ku bûyerên kuştinê ji Qûdusê belavî Xazeyê bû û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Mixabin ku Xaze hînê kuştinan bû. Bi her awayî rastî êrîşan tê, gelê wî tê kuştin. Di nav van 7 salên dawîn de xezayî ev cara 3yemîn e ku dibin mehkûmê mirinê. Xaze ji aliyek ve tê kuştin û ji aliyek din ve bi dengeke bilind diqîre. Bangî welatên derve dike û dixwaze ku hin kes dengê wî bibihîze. Daxwaza me ya ewilîn rawestina xwîna ku dirije ye. Em pişt re dikarin li ser daxwazên me yên din jî biaxivin."
Ebas li ser madeyên pêşniyaza Misrê ya ji bo agirbestê sekinî û got ku "Me ji Misrê xwest ku pêşniyazeke wisa bîne rojevê. Em dikarin li ser rawestandina xirakirinan û rakirina ambargoyê biaxivin. Em acziyeta NYyê dizanin. Digel vê yekê me biryar da ku bi birayên xwe yên li Wezareta Karên Derve yên Tirkiyeyê re mijarê bibin Konseya Ewlehiyê. Em ji bo ku mijar biçe Lijneya Giştî jî bi hev re dixebitin."
Ebas got ku ji ber êrîşên ku ev 66 sal in berdewam dikin, ji bo ku li bal NY hîmayeya navneteweyî bê bidestxistin, serî lê dan. Ebas got ku em li bendê ne ku hemû cîhanê ji bo xwîna ku li Filîstînê dirêje, raweste bila hewl bidin.
Ebas ji bo Serokwezîr Erdogan di têkoşîna demokrasiyê ya li Tirkiyeyê de serkeftinê xwest û got ku Tirkiyeyeke ku demokrasiya wê pêş dikeve, dê ji bo herêmê bibe mînak.
Piştî axaftinan Serokwezîr Erdogan bi hunermend û werzîşvanên ku beşdarî fitarê bûn re, wêne kişand.