VAN
Di demên dawîn de li herêmên cuda welatî kêzikên gergedanê ya ku tê îdiakirin ku bihayê wan 90 hezar dolar e berhev dikin ku bifroşin.
Midûrê Navenda Rehabîlîtasyon û Parastina Heywanên Biyanî ya Zanîngeha Yuzuncu Yilê Lokman Aslan got ku li ser nûçeyên ku dibêjin kêzîka gergedanê 90 hezar dolar e gel zêdetir eleqeyê nîşanî van kezikan dide û hewl dide ku berhev bike, lê ev nûçe ne rastin.
Aslan destnîşan kir ku Wan û gola Wanê ji hêla heywanan ve dewlemend e û gelek cure heywan li vir dijîn û wiha axivî: "Em hewl didin ku van heywanan biparêzin û agahiyên rast bidin gel. Berê welatiyan ji bo postê wan rovî, gur û mer dikuştin. Ji ber vê koka hin cure heywanan qeliya. Di rojên dawîn de behsa kêzika gergedanê tê kirin, lê ev kêzik li Ewropayê û Tirkiyeyê li her derê heye. Hat gotin ku ev kêzik zêde pere dike, ji ber vê gel eleqeyek mezin nîşan da. Dibe ku kesekî bi pereyekî zêde ev kêzik kirîbe, lê ev nayê wê meneyê ku bazirganiyek ji bo van kêzikan çêbibe. Tu qîmeta vê kêzikê tune û tu cihekî de jî nayê bikaranîn."
Aslan got ku tu qîmeta vê kêzikê tune, ku hebe jî heqê kesî tune ku heywanekî ji cihê ku dijî hilde bibe û bazirganiya vê bike.
Aslan behsa cezayên ku tên dayîn kir û wiha dewam kir: "Li gor qanûnê firotina heywanan, qaçaxçîtiya wan qedexe ye û ev tê cezakirin. Ji ber ku êdî jiyana bajarvaniyê dest pê dike, ev heywan jî li gundan dijîn. Heke em van berhev bikin wê koka wanê biqele. Tişta ku divê em bikin ew e ku em wan biparêzin ku koka wan neqele."