TBMM
Seroka Giştî ya HDPê Sebahat Tûncel, ji ber ku Serokê Giştî yê BDPê Selahattîn Demîrtaş nexweş bû û beşdarî civînê nebû di komcivîna BDPê de axivî bû got: "Gelo heta ku zagonên antîdemokratîk neyên guhertin, feydeya ji nû ve darizandinê ji tu kesî re heye? Divê ji nû ve darizandin hebe lê ev piştî veguherîna zagonan bê kirin."
Tûncelê, ragihand ku ji bo berdana parlementeran ew kêfxweş in, lê ji ber ku hin kes hêj jî di girtîgehan de nin xemgînin û diyar kir ku Hatîp Dîcle niha li bal me nîne. Di serî de Hatîp Dîcle, em ê hemû hevalên xwe ji girtîgehan derxin.
Tûncelê derbarê bûyera Ûlûdereyê de jî anî ziman ku qetlîama Ûlûdereyê şermezar dikin û em ê ji kiryaran hesabê vê bipirsin.
Tûncelê wiha dewam kir: "Jibîrkirina qetlîama Ûlûdereyê jibîrakirina însanetî û aştiyê ye. Em qet wê qetlîamê ji bîr dikin? Li Ûlûdereyê serokwezîr fermana qetlîamê da. Hûnê Serokwezîr bidarizînin? Bi lêborîn xwestinê ev pirsgirêk çareser nabe. Heke lêborîn bixwaze jî divê li gor rê û rêzikan bixwaze. Wateya lêborînê 'Bi gelê kurd re li hev têm, qanûnan nû dikim, car din qetlîamên bi vî rengî dê pêk neyên' e."
Serokcigira BDP ya Meclisê Pervîn Bûldan jî di civînê de axivî û ji parlamenterên ku hatin tehliyekirin û beşdarî civîna wan bûn re got: "Hûn bi xêr hatin û em ji dil û can we hembêz dikin û hêvî dikim ku di demeke kurt de Hatîp Dîcle û girtiyên nexweş û hemû girtiyên siyasî jî bên berdan."
Parlementera BDPê ya Mêrdînê Gulser Yildirim, Parlementerê BDPê yê Şanliûrfayê Îbrahîm Ayhan, Parlementerên BDPê yên Şirnexê Selma Irmak û Faysal Sariyildiz û Parlementerê Serbixwe yê Vanê Kemal Aktaş di civînê de cih girtin.