Özgür Alantor,Mehmet Kumcağız
01 Adar 2023•Rojanekirin: 02 Adar 2023
Li konbajara ku Adiyemanê hat avakirin erdhejzede bi malbatên xwe ra dijîn, lê jê hinek bi heywanên xwe yên wek pişîk û çivîk yên ji binê kavilan xelas kirine va dijîn.
Can Koroglu ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand mala wan di erdhejê da xisar dîtiye ew bi çivîkên xwe yên muhebetê ra li konbajêr dijî.

Koroglu got konbajar ji wan ra bûye cihê jîngehê û wiha axivî: "Di erdhejê da mala me xisar dît, em ji ber vê di konbajarê da dijîn. Xwarina me û her tiştê me tê dayîn. Dewleta me bila her tim hebe. Konbajar ji çivîkên me ra jî bû hêlîn. Kekê me êmê çivîkan tîne."
Kader Erguna bi pişîkê xwe ra di konbajarê da dijî jî got ew di erdhejê da pir tirsiyane û wiha dewam kir: "Me pişîka xwe hilda em derketin derva. Niha em li konbajarê dijîn. Asîl jî li vir dijî. Ji ber ku nikare zêde derkeve derva aciz dibe."