ŞIRNAK
Li Cizîrê her sal roja eydê li ber çemê Dîcleyê hêlekanên ku ji aliyê kesên herêmê wekî cincilik tên zanîn, tên çêkirin. Zarokên navçeyê bi hêlekanên ku ji texteyên qalind tên çêkirin siwar dibin û gelekî kêfxweş dibin.
Zarokên ku danê sibê ji mezinên xwe pere berhev dikin, berê xwe didin qada ku hêlekan lê çêkirine. Zarok bi 50 quriş û lireyekî hêlekanan siwar dibin û kêfê dikin.
Li navçeyê bi xêra hêlekanên ku zarok gelekî hez jê dikin, 200 kes debara mala xwe dike.